Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Dibêje Reng e Gotûbêjên Bêhtir Bibin

Cîgirê Serokê Amerîka JD Vance û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf
Cîgirê Serokê Amerîka JD Vance û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf

Di demekê de ku Amerîka hewil dide dorpêçeke deryayî li ser Îranê bisepîne û fikarên li ser têkçûna agirbestê zêde dibin, Wezîrê berevanîyê yê Pakistanê Xewaca Asif roja Duşemê got ku di hevdîtinên di navbera Îran û Wîlayetên Yekbûyî de pêşketinên erênî çêbûne û hîn jî hevdîtinên din mimkun in.

Wezîrê Pakistanî got ku di derbarê hevdîtinan de nûçeyên erênî hatine wergirtin, ku ev ji bo aramîya herêmê baş e, û tê pêşbînîkirin ku gereke nû ya hevdîtinan di demek nêzîk de dest pê bike.

Hevdîtinên Îslamabadê, ku roja Şemîya borî hatin lidarxistin, bê encam bi dawî bûn, û agirbesta du hefteyan xist metirsîyê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG