Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Berê yê Pakistanê Diçe Dadgehê Lê Ditirse Were Girtin


Serokwezîrê berê yê Pakistanê Imran Khan

Biryarbû serokwezîrê berê yê Pakistanê Imran Khan roja Şemiyê li pêş dadgehê amade bibe, piştî ku wî tirsa xwe ji girtinê di pevçûnek bi hukûmetê re eşkere kir, û bû sedema pevçûnên dijwar ligel alîgirên wî.


Piştî ku Khan derket, ji bo amadebûn li dadgeha xwe li paytext Îslam Abad, polîs ketin mala wî ya li bajarê Lahorê.


Khan yê ji sala 2018an heta 2022an li ser kar bo, ew bi hejmareke kêşeyên qanûnî re rû bi rû ye, di nav de hewleke ne serkeftî ya girtina wî li roja Sêşemê.


Dibe ku ew roja Şemiyê li dadgehê bête tawanbarkirin bi firotina neqanûnî ya diyariyên dewletê yên ku ji hêla payebilindên biyanî ve di dema ku ew li ser karî dabûn wî.


Khan dibêje ku wî di wergirtina diyariyan de pêgirî bi rêyên qanûnî kirye.
Khan, yê 70 salî, roja Şemiyê piştî nîvro gihîşt paytext û bi otobusek ku ji hêla alîgiran ve dorpêçkirî ye diçû dadgehê.


Rêvebirê polîsê Îslamabadê ji weşanên xwecihî Geo News re got ku alîgirên Khan li nêzî dadgehê êrîşî polîsan kirin û guleyên rondikrêj avêtin, ji ber vê yekê polîsan jî bêtir gazên rondikrêj bikarînan.


Eve ji dema ku Khan li sala borî ji desthilatê hatî derxistin, ew rêbertîya xwenîşandanên neteweyî dike û gelek doz li dijî wî hatine tomar kirin.


Rêvebirê polîsê parêzgeha Pencabê, Usman Enwer, di konfêranseke medyayî de li Lahorê got ku efser roja Şemiyê çûn mala Xan ji bo rêgirtin li kesên ku berê tevlî pevçûnên bi polîsan re bûbûn û 61 kes girtin, di nav wan de ji ber avêtina bombeyên benzînê.


Çend demjimêran berî Khan ji mala xwe derkeve, wî ji Reutersê re got ku wî komîteyek ava kiriye da ku serokatiya partiya xwe, Pakistan Tehreek-e-Insaf (PTI) bike, ger ew bête girtin.


Khan, ku di meha Mijdarê de di dema kampanyayê de hat gulebarankirin û birîndar kirin, di hevpeyvînê de got ku metirsiya li ser jiyana wî ji berê pitire û bêyî ku belgeyan pêşkêş bike destnîşan kir ku dijberên wî yên siyasî û artêş dixwazin rê li ber wî bigirin ku di hilbijartinên dawiya vê salê de cih bigire.


Hikûmeta Serokwezîr Şehbaz Şerîf red kir ku ew li pişt dozên li dijî Khan ne.


Artêş, ku li Pakistanê xwedî rolek mezin e, ya ku pitirî 75 slalan rêberatîya welat dikir, got ku ew li hember siyasetê bêalî dimîne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG