Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şehbaz Şerîf Bo Cara Duyem Dibe Serokwezîrê Pakistanê


 Şehbaz Şerîf
Şehbaz Şerîf

Parlemana Pakistanê ya nû hatî damezrandin roja Yekşemê Şehbaz Şerîf bo cara duyem wek serokwezîr hilbijart, sê hefteyan piştî hilbijartinên niştimanî yên nezelal ku bûn sedema derengxistina avakirina hikûmeta hevpeymaniyê.

Serokê Meclisa Netewî ya Pakistanê Ayaz Sadiq, piştî ragihandina ku Şerîf 201 deng bi dest xistiye, ji 169 dengên pêwîst di meclisê de, got: "Şehbaz Şerîf wek serokwezîrê Komara Îslamî ya Pakistanê hatiye hilbijartin."

Ew li beramber Omer Ayub, namzedê ku serokwezîrê berê yê girtî Imran Xan piştgirî dayê û 92 deng bi dest xistin, biserket.

Ev ragihandin ji aliyê partiya Meclîsa Îttehad a Sunnî (SIC) ve, ku Xan piştgiriya wê dike, rastî nerazîbûnên tund hat. Parlemanteran daxwaza berdana Xan kir û dirûşme rakirin û got ku Şerîf bi sextekirina hilbijartinan hatiye ser desthilatê.

Hilbijartinên 8ê Şibatê rastî qutbûna înterneta telefonan û girtin û tundûtûjiyê hatin û encamên ne asayî yên derengmayî bûn sedema tawanbariyên ku di dengdanê de sextekarî bûye.

Şerîf vegeriya ser rola xwe ya ku heta meha Tebaxê hilgirtibû, dema ku parlemento beriya hilbijartinan hate hilweşandin û hikûmetek demkî dest pê kir. Ti partiyekê bi tenê piraniya dengan bi dest nexist.

Hikûmet neçar e ku bi dijwariyên domdar ên alîgirên Xan re mijûl bibe.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG