Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Dibêje 5 Mîlîtan di Êrîşekê de Hatin Kuştin


Hêzên ewlekariya Pakistanê got wan şeva borî 5 bergumanên mîlîtan li bakurê rojavayê welêt kuştin. Wan got di operasyoneke cuda de 2 kesên din hatin girtin.

Berpirsê dijî terorê Tahir Xan, got êrîş li navçeya Mathra ya nêzîkî Pêşawir a paytexta parêzgeha Xeyber Paxtunxwa bû.

Wî got mîlîtan girêdayî gurûpeka qedexe ne û hêzên ewlekariyê li cihê êrîşê çek û kemberên xwekujî dîtin.

Di êrîşa duyem a roja Înê de, 2 komandarên mîlîtanên gurûpa Sajna ya Talîbana Pakistanê, ku bi navê Tehrik-e-Talîban tên nasîn, hatin girtin, li gor berpirsê dijî terorê Mihemed Ajmal. Operasyon li navçeya Tank bû ku wek dergehekî ye ji bo navçeya Wezîristan a çiyayî.

Wezîristan bingeheka berê ya mîlîtanan bû.

Hêjayî gotinê ye, di van salên dawî de Pakistanê hejmarek operasyon li bakurê rojavayê welêt kirine. Hikûmetê pir caran idîaa kiriye ku herêm ji çekdaran hatiye paqijkirin, lê tundutijî her berdewam bû ye.

XS
SM
MD
LG