Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Êrîşa Dijî Îmaratê Şermezar Dike

Serokwezîrê pakistanê  Şehbaz Şerîf
Serokwezîrê pakistanê  Şehbaz Şerîf

Pakistan bi tundî êrîşa bi dronan ya doh li ser sentrala enerjîya navokî ya Bereke li Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) şermezar kir.

Serokwezîrê pakistanê Şehbaz Şerîf got, “Em bi tevahî piştgirîyê didin serkirdayetîya birayên me yên li Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî.”

Şerîf li ser platforma X’ê anî ziman ku ew “ji hemî alîyan dixwazin ku xweragiriya herî zêde nîşan bidin û erkên xwe yên di bin qanûna navneteweyî de bicîh bînin.”

“Diyalog û dîplomasî tenê rêya guncaw e ber bi aştîya herêmî ya mayînde, aramî û kêmkirina alozîyê de,” Wî got.

Tê zanîn ku Pakistan rola sereke ya navbeykarîyê dilîze ji bo gihîtina rêkeftinekê di navbera Amerîka û Îranê de.

Çavkanîyeke Pakistanî roja Duşemê ji ajansa Reutersê re got ku Pakistanê pêşnîyara Îranê ya sererastkirî ji bo bidawîanîna pevçûnên li Rojhilata Navîn bi Amerîkayê re parve kiriye, di demekê de ku axaftinên aştîyê rastî zehmetîyan tên.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Yekşemê careke din huşdarî da Îranê û got ku eger rêberên Îranê zû tevnegerin dê encam ji bo wan xirab bin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG