Serleşkerê Pakistanê general Qamar Javed Bajwa îro Şemiyê got welatê wî hewl dide pêwendiyên xwe bi Amerîkayê re berferh bike.
Axaftinên wî tên rojekê piştî Îslamabadê nerazîbûna xwe li balyozxana Amerîkî nîşan dabû li dor îdîaayên destêwerdana di karûbarên navxweyî yên welêt de.
Serokwezîr Imran Khan roja Înê gotibû ku Îslamabad nameyeke protestokirinê daye balyozxaneya Amerîkî li dor tiştê ku wî gotî komployeke biyanî ji bo daxistina wî ji ser desthilatê.
Bajwa di konferanseke ewlekariyê de li Îslamabadê got:
“Me dîrokeke dûr û dirêj ya pêwendiyên stratejîk û pir baş li gel Amerîkayê heye, û ew dimîne bazara me ya hinartinê ya herî mezin.”
Bajwa her wiha bal kişand ser pêwendiyên Pakistanê li gel Çînê û got,” Em hewl didin pêwendiyên xwe bi herdu welatan (Amerîka û Çînê) re berferh bikin bêyî ku bandorê bidin ser pêwendiyên me li gel welatên din.”
Jêder: Reuters