Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakîstan'ê di Êrîşeke Bombeyî de 13 Kes Dimirin


Li Lahor'ê piştî êrîşa bombeyî
Li Lahor'ê piştî êrîşa bombeyî

Retuers'ê do Duşemê ragihand ku li Lahor ya Pakîstan'ê di êrîşeke bombeyî de herî kêm 13 kes hatin kuştin û 83 jî birîndar bûn.

Asayîşa Pakîstanê da zanîn ku peqîn, di xwepêşandana dermansazên wî welatî de pêk hat û 5 polîsên jibo ewlehîyê wezîfedar jî mirin.

Cemaat-ur Ahrar, ku baskeke Talîbana Pakîstan'ê ye, berpirsîya êrîşê girt ser xwe. Rêxistina çekdar bi daxuyanîyekê dîyar kir ku êrîşa Lahor'ê destpêka rêzek êrîşên li dijî hikûmetê ye.

''Hûn li seranserê welêt di hedefa me de ne'' hat gotin di daxuyanîyê de.

Heman rêxistinê par berpirsîya êrîşa Eyda Easter, ku zêdetirî 70 kes jîyana xwe ji dest dabû, girtibû ser xwe.

Ewlehîya Pakîstan'ê her çiqas li gor salên berê xurttir bûye jî Talîbana Pakîstan'ê û DAIŞ li wî welatî gefên mezin in û êrîşên bombeyî li dar dixin.

XS
SM
MD
LG