Karbidestên Pakistanî dîyar kir ku şeva Duşemê li herema Ghotki ya li eyaleta Sîndh du trenên bilez lihev qelibîne û tren ji rê derketîye ku qezayek kujer qewimîye.
Karbidestan ragihand ku di encama qezayê de herî kêm 40 kes hatine kuştin û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûne.
Rêwîyên bi birînên krîtîk dê bi helîkopteran werin şandinê nexweşxaneya bajarê nêz.
Her wiha xebatên tîmên rizgarkirine û gundîyan yên bo derxistina sax û mirîyan ji meşînên qelibandî, di nav rojê de berdewam kiriye.
Bi hêvîya rizgarkirina hejmareke kesên ku di meşînan de asê mane, hêzên leşkerî û helîkopter ji bo alîkarîyê hatiye bi kar anîn.
Usman Abdullah, cîgirê komîserê Ghotkî got ku trena Millat Express dora 3:30 serê sibehê, ji rê derketiye û çend deqîqayan şûnda li trena Sir Syed xistiye.
Karbidestan da zanîn ku sedema qezayê hîn jî ne diyar e, lê xebatên lêkolîn û lêpirsîneke berdewam dikin.
Azam Swati, wezîrê karên rêhesinî serdana qada qezayê kir û ji Associated Press re got ku endezyar û pispor lêkolîn dikin da ku sedema bûyerê destnîşan bikin û ewê tevahîya xalan were vekolandin, di nav de îhtîmala sabotajê jî.
Li gor karbidestên sazîya rêwîtîya rêhesin, nêzîkê 1,100 rêwî li du trênan de nêzî 1.100 rêwî hebûn.
Habibur Rehman Gilani, Berpirsê Rêhesinên Pakistanê, ji Geo News TV ya Pakistanê re got ku beşa rêyên rêhesinî ku qeza lê çêbû kevn bû û pêdivî ye ku were guhertin. Wî hûrgulî neda.
Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan di derbarê felaketê de xemgînîya xwe ya kûr anî ziman.
Xan ser Twitter'ê got ku wî ji wezîrê hesinî xwestîye ku rêberîya xebatên rizgarkirinê bike û her wiha ferman daye ku lêpirsînek were destpê kirin.
Li Pakistanê gelek qezayên trenê diqewimin, bi taybet jî li heremên ku hikûmetên heya niha ser pêşxestina sîstema nîşanên rêyên hesinî yên lawaz û kevn, pir hewl nedane.
Hêjayê bîr xistinê ye ku di 1990 de, di qezayeke treneke rewîtîyê ya başûrê Pakistanê de 210 kes hatibû kuştin ku felaketa hesinî ya herî xirab ya dîroka Pakistanê bû.