Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Koma Tundrê ya Îslamî TLP Qedexe Dike


Li Pakistanê dîmeneke ji xwepêşandanên TLP'ê.
Li Pakistanê dîmeneke ji xwepêşandanên TLP'ê.

Wezîrê karên navxwe yê Pakistanê Şex Reşîd îro Çarşemê dîyar kir ku hikûmetê rêxistineke tundrê ya Îslamî ya bi navê Tehrîk-î -Labaîk Pakistan (TLP), dê di bin qanûnên dijî-terorê yên welat de were qedexekirin.

"Me biryar da ku TLP qedexe bikin. Em naxwazin di qada navneteweyî de mîna neteweyek tundrew werin nas kirin," Reşîd got.

Di sê rojên dawî de ji hîla TLP ve xwepêşandanên tund têne dar xistin ku heyan niha 2 polîs hatine kuştin û 340 jî polîs birîndar bû ne.

Rexistina TLP bi tundî dijî weşandina karîkaturên pêxember Muhemmed yên li Fransa derdikeve.

TLP daxwaz dike ku hikûmet balyozê Fransî dersînor bike û boykotkirina hilberînên Fransî bi fermî were qebûl kirin.

Hikûmetê ragihand ku li serenserê Pakistanê hêzên paramîlîter hatiye bi cîh kirin da ku xwepêşandanên TLP ku li tevahîya bajarên mezin rêyên rêhesin, otoban û rêyên din girtine, were têk birin.

Herwiha, di xwepêşandanan de endamekî TLP hatiye kuştinû 1400 rên rexistinê jî hatine desteser kirin.

Reberê TLP Seîd Huseyîn Rîzvî yê 26 salî berîya destpêka wan xwepêşandanên dawî ji hêla hêzên ewlehîya Pakistanê ve hatibû girtin.

Rîzvî bi teşwîqkirina kuştinê tê tawanbarkirin. Lê,pispor dibêjin ku ewê qedexekirina TLP'yê dijwar be jiber ku rexistin ji hêla mezheba Sunnî ku bi dehhezaran kesan ve tê piştgirî kirin.

Komên tundrew yên Pakistanî piştî qedexekirinê bi gelemperî bi navên cûda jinûve derdikevin holê.

Rexistina TLP sala borî jî, xwepêşandanek bi vî rengî darxistibû û piştî ku hikûmetê peymana boykotkirina hilberînên Fransî îmza kir û herwiha balyozê Fransî dersînor kir, xwepêşandanên xwe bidawî kir.

TLP jibo heman biryaran heya 20'ê Nîsanê dem daye parlamentoyê. Lê, wezîr Şex Reşîd gavek wisa dê niha çênebe. "Hûn nikarin dewletê mecbûr bikin ku pêşnîyara were kirin," wî got.

XS
SM
MD
LG