Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Piştî Erdheja Kujer Li Afganîstanê Banga Alîkariyên Zêdetir Dike


Pêdiviyên pizîşkî yên girîng roja Şemiyê gihîştin nexweşxaneyan li deverên dûr yên Afganîstanê piştî erdheja vê hefteyê ku zêdetirî 1,000 kes kuştin, û hukûmeta Talîbanê banga alîkariyên navneteweyî kir.

Erdheja roja Çarşemê ya bi pileya 6.1, her wiha nêzîkî 2,000 kes birîndar kirin û 10,000 xanî wêran kirin. Karbidestan lêgerîna li kesên sax li herêma çiyayî ya başûr-rojhilatê nêzî sînorê Pakistanê rawestand.

Ev karesat taqîkirineke mezin e ji bo desthilatdarên tund ên Talîbanê, ku ji dema wê sala borî dest danî ser welêt, ji hêla gelek hikûmetên biyanî ve hatine dûrxistin ji ber xemên girêdayî mafên mirovan.

Afganîstan, bi sedma cezayên rojavayî, ji gelek arîkariyên navnetewî yên rasterast qut bûye, ku krîza mirovahî li seranserî Afganistanê kûrtir kiriye, hîn berî erdheja vê heftiyê.

Neteweyên Yekbûyî û çendîn welatên din alîkarî gihandine deverên ziyanpêketî, ku dê di rojên pêş de alîkarî bigihêjin wan, û Talîban roja Şemîyê daxwaza şandina alîkarîyên zêdetir kir.

Berdevkê hikûmeta parêzgeha Paktîka Mihemed Amen Hozîfa got: "Em bang li hemû rêxistinên mirovî dikin ku alîkariya xelkê bikin."

Wezareta derve ya Çînê roja Şemîyê got ku dê alîkarîya mirovahî bi nirxa 50 mîlyon yuan (7,5 mîlyon dolar) pêşkêşî Afganistanê bike, di nav de çadir, destmal, nivîn û materyalên din ji bo alîkarîya kesên ku ketine bin bandora jerdhejê.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG