Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê PAKURD Baran Neh Roj In Binçavkirî Ye


Ibrahim Halil Baran
Ibrahim Halil Baran

Serokê Partîya Azadîya Kurdstanê (PAKURD) Îbrahim Halîl Baran, bi hiceta ku propagandaya PKK/KCK kiriye, 9 roj in ku desteserkirî ye.

Li Tirkîyê jiber rewşa awarte, ser hevdîtina bi awûqatan re pênc roj qedexa hate danîn û piştî heftekê, parêzer Şehmus Ulek bi Baran re hevdîtinek kiriye.

“Li gor prosedura hiqûqî, divê Baran di nav çend rojan de jibo îfade derxin dozgerîyê, lê di dema rewşa awarte de ev proses dikare dirêjtir be,” Ulek ji VOA re got.

Berîya ku awûqat hare dîtina wî, îdiaya ku dema binçavkirinê de êşkence li Baran hatiye kirin, belav bû. Ulek ev îdia piştrast kir û got Baran di hevdîtinê de li ba polîsan, li ber kamerayan ji wî re got ku êşkence li wî hatiye kirin.

Ulek destnîşan kir ku li ser medya civakî li ser navê Baran hin hesabên sexte hatine vekirin û ew ji parvekirinên wan hesabên sexte hatiye desteser kirin û Baran, van idiayan red kir û got ku ew ne hesabên wî ne.

Ulek da zanîn ku di operasyona ku serokê PAKURDê hat girtin de, li Ruhayê 60 kes jî jiber parvekirinên medya civakî hatine desteser kirin û ji wan 17 kes hatine girtin.

Ulek xuya kir ku dema Baran ji mala xwe hatiye binçav kirin, li malê ala rengîn jî hebûye û polîsan ew ala jî wek delîl birine.

Partîyên sîyasî yên Kurd wek Azadî, PAK, PDK Bakur, PSK û PAKURD bi daxuyanîyekê desteserkirina Baran û êşkenceya dijî wî şermezar kirin.

KHF_1_19_17_IXB
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:44 0:00

XS
SM
MD
LG