Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlîstînî ji Xwepêşandanên Înîya borî Kuştineke Nû Radigihînin


Wezareta Saxlemî ya Fîlîstînî îro kuştina zilamekî li Gaza ragihand ku hefteya borî bûbû armanca guleyên hêzên Îsraîlî.

Bi ragihandina dawî, hejmara giştî ya kuştîyên Fîlîstînî bû herî kêm 17 kes û herwiha bi sedan kes jî birîndar bûn.

Artlşa Îsraîlî ragihandibû ku tenê piştî hin xwepêşander hewil dan ku sîmên dîwar ser tixub hilweşînin û bi kevir û bombeyan êrîş kirin, hêzên wê teqe li xwenîşanderan kirin.

Îsraîl herwiha dibêje “10 xwepêşanderên ku hatine kuştin terorîst bûn ku hewil didan sînor derbaz bikin.”

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG