Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê CIA Ser Gefa Navokî ya Pyongyang li Koreya Başûr E


Serokê Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) li Seul a paytaxta Koreya Başûr hevdîtinan ligel karbidestên îstixbaratî dike ku û bi berdewamî xema xwe ya ser programa navokî ya Koreya Bakurî dîyar dike.

Pompeo ku di dawîya heftê de ligel hevjîna xwe Susan giheştiû Koreya Başûr û bi serokê îstixbarata wî welatî û karbidestên payabilind kombûnek pêk anîn.

Civîna wan çend demjimêr berî hişyarîya nû ya Amerîka pêk hat ku Washington ji Neteweyên Yekbûyî dixwaze ku toleyên nû li ser Koreya Bakur deyne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Koreya Bakur roja Şemî ceribandike nû ya navokî pêk anîbû û Koreya Başûr û Amerîka ragihandibû ew ceribandin serketî nebû.

Pyongyang hewil dide ku muşekeke dûravêj ya bi serikê navokî ava bike ku heta 9,000 kîlometre anku heta axa Amerîka bigeheje.

XS
SM
MD
LG