Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pandemîya Korona Sala Xwe ya Yekê Qut Dike


Pandemîya vîrusa korona sala xwe ya yekê temam dike.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) di 11’ê Adarê 2020’an de dîyar kiribû ku nexweşîya vîrusa korona ‘’pandemî’’ ye û ew dê şewbeke cîhanî be.

Vîrusa korona cara pêşî di dawîya Berfanbara 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li cîhanê heta niha 118,4 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 2,628,279 kes bi wê mirine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 30 mîlyon e û 530,606 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG