Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Panêleka Helbijartinê Fermana Dubare Jimartina Dengên Bexda da


Panêleka helbijartina Îraqê ferman da dengên helbijartina 7-ê Adarê yên parêzgeha Bexda dubare bihên jimartin, piştî daxwazeka serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî.

Renge dubare jimartina dengan bibe sedema guhertina encamên helbijartina Niştîmanî, ji ber ku beşê Bexda 1/5-ê kursiyên perlemanê Îraqê ye.

Hevalbendiya Dewleta Qanûnê ya serokwezîr Nûrî El Malikî bi ciyawaziyeka kêm li paş hevalbendiya Îraqiye ya serokwezîrê berê Eyad Ellawî bû.

Hevalbendiya Îraqiye 91 kursî bi dest înan, du kursî zêdetir li hevalbendiya Dewleta Qanûnê.

Çavdêrên nêvneteweyî dêbjin helbijartina 7-ê Adarê rewa bû.



XS
SM
MD
LG