Dîrektorê berê yê Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) Leon Panetta îro Çarşemê got, ku Serokê hilbijartî Donald Trump red bike ku brifîngên îstixbaratî wergire, reng e ku ew wek berpirsê êrîşên potansîyêl yên hember Amerîka were dîtin.
Panetta ji Reuters re got ku Trump di nav hefteyekê de dora yek brifînga îstîxbaratî werdigire û ew jî yên serokên berê hindtir e. Wî da zanîn ku cîgirê Trump, Mark Pence di hefyeteke de şeş rojan agahîyên îstixbaratî distîne.
"Min serok dîtine ku piştrastbûna îstixbaratan pirsîne, jêderên wan îstixbaratan pirsîne, lê min qet serokek nedîtîye ku naxwaze pêzanînên wiha bizane,'" Panetta got.
"Ku êrîşeke din li hember me çêbe û karbidestîn îstixbaratê ragihînin ku serok nexwest agahîyên ser wê êrîşê guhdar bike û her çi sedemên din bin bila bibin, berpirsîya êrîşê li ser serok dimîne,"Panetta serokê hilbijartî hişyar kir.
Trump roja Yekşemê di hevpeyvîna Fox TV de gotibû ku agahîyên nav brifîngên îstixbaratî pir caran dubare ne û ew berê de gefên potensîyel bi başî fem dike.
"Ez mirovekî baqil im. Ne hewce ye ku her roja di nav hêşt salên were de heman tiştan bibihîsim," Trump di televîzyonê de gotibû.