Rêberê ruhanî yê Krîstîyanên Katolîk yên cîhanê Papa Francîs peyamekê bo wegirtina vaksîna li dij Covid-19 belav kir. Papa Francîs bi rîya peyameke vîdeoyî ku îro roja Çarsamê di televîzyon û platformên înternetê de hat belav kirin, bang li xelkê kir û got kesên ku vaksînê distînin, bi hezkirina mirovan tev digerin.
Papa got "Bi saya rehma Xwedê û karê gelek kesan, vaksînên me heye ku me ji Covid-19 diparêzê".
Papa ew bangê li ser rexistinekê sîvîl ya Amerîkî bi navê Ad Council çêkir. Wî her wiha got, vaksîn hêvîya dawîkirina pandemîyê dide, le ger ew ji bo herkesî amade be û xelk alîkarîya hev û du bikin.