Vatîkanê îro Şemîyê ragihand ku Papa Francis wê jibo pîrozkirina cihêrengîya mirovan komedyenên ji seranserê cîhanê vexwîne.
Papa Francis dîyar dike ku ew gelek caran jibo Xwedê mîzahê bide wî dûa dike.
Di nav wan komedyanan de, ku pirtir ji 100 kes in, Whoopi Goldberg, Jimmy Fallon, Conan O’Brien û Chris Rock hene.
Komedyen wê 14’ê Hezîranê li Îtalya li çalakîyeke kultûrî bicivin.
Vatîkanê di daxuyanîyê de dîyar kir ku Papa Francis hay ji wê yekê heye ku hunera komedîyê çawa bandorê li çanda çaxdaş dike.
Yek ji senarîstên ‘’The Office’’, ku rêzefîlmeke komedîyê ye, Stphen Marchant û komedyenê Îtalî Lino Banfi jî wê li çalakîyê hazir bikin.
Civîn wê roja Înê berî Papa Francis jibo hilcivîna G7 here Puglia çêbe.
Li gor daxuyanîya Vatîkanê armancê civîna bi komedyanan re nîşandana pîrozkirina cihêrengîyan û dayîna peyamên aştî û aramîyê ne.
Jêder: Reuters
Papa Francis jibo Pîrozkirina Cihêrengîyan Komedîyên li Seranserê Cîhanê Vedixwîne
