Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kardînalên Vatîkanê Kombûna Xwe Didomînin ku Papayê Nû Hilbijêrin


Kardînalên Roma Katolîk îro Çarşemê li bajarê Vatîkanê jibo roja sisêyan kom bûn da ku kesekî ku cihê Papa Benedict bigire, hilbijêrin.

Kardînal vê hefteyê kom bûn da ku hev nas bikin û biryarê bidin kengî kongreya xwe lidar bixin.

Ev kongre jî beşek ji kevneşopîyeke jibo hilbijartina papayekî nû ye ku bi sedan salan dirêj kirîye.

Vatîkan bi giştî ti hurgilîyan derbarê kombûnên xwe eşkere nake.

Tê çaverê kirin ku her 115 kardînal beşdarî li dengdanê bikin ku vê hefteyê li Romayê pêk tê.

Kardînalên ku 80 salî ne yan jî mezintir in, dengdanê nakin.

Xuya dike ku Vatîkan dê papayê nû di Eyda Easter di li 31’ê Adarê destnîşan bike.
Papa Benedict meha borî dest ji karê xwe kişandibû, piştî nêzîkî 8 salan wekî papayê Vatîkanê.

Papa Benedict yê bi esl Almanî , rêberê yekê ya Dêra Roma Katolîk e ku di 600 salî de bi dilê xwe dest ji rêbertîya kenîseyê berdide.
XS
SM
MD
LG