Yekşemê ji Vatîkanê Papa Francis daxwaz ji Amerîyan kir ku xwe ji şîdetê dûr bixin û hewila lihevhatinê bidin û "nirxên demokarasiyê biparêz in" piştî ku hin têkderên aligirên Trump êrîş birbûn ser avahiyê Kongresê "Capitol Hill" û 5 kes hatbûn kuştin.
Pap di gotara xwe ya Yekşemê da got "Dubare dikim, şîdet her tim mirovan têk dide" Papa dîsan got şîdet "tiştekî bidest naxe û gelek tiştan jidest dide."
Dehan kes hatine tawanabr kirin piştî ku roja Çarşemê 6ê Çile aligirên Donald Trump êrîşî ser avahiyê Kongresê kirbûn, ofîsa lêkolînên Federal FBI daxwaza alîkariyê ji gel dike ku bi rêya nasîn û wêneyên kesên beşdarî êrîşa têkder kirîn wan bidin nas kirin û alîkar bin.
Papa got "Ez bang li desthilatdariya welat û hemî rûniştvanan dikim ku hest bi berpirsyariyê bikin jibo ku rewş tena bibe û lihevhatina niştîmanî bihê pêşkeve û nirxên demokratîk yên ku di civaka Amerîkî de ne, biparêze".
Papa Francis got, ew dixwaze "Silavên hezkirinê" ji hemû gelê Amerîkî re bişîne ku tê gotin welat "Jiber êrîşa ser avahiyê Kongresê têkhija ye" û got ku ew duyan jibo wan kesan dike yên ku jiyana xwe jidest daye."di wan demên xemgîn de" û duyana bo hemû cîhana Amerîkî dikim "ku wan zindî bihêle, çanda hevdu qebûlkirinê û giyanê tebayî biparêzin wekî awayê serwer xêra hevpar bi hev re ava bikin".