Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Bang li Serhildayên Sûrî Kir ku Aramîyê Ava Bikin


Papa Francis îro Çarşemê bang li serhildayên Sûrî kir ku jibo Sûrîyê îstiqrarê çêkin.

Di banga xwe de, Papa Francis dîyar kir ku serhilda, ku Serokê Sûrî Beşar Esad ji desthilatê gêr kiribûn, divê piştgirî bidin yekîtîya neteweyî.

‘’Ez hêvî dikim ku serhilda bê ku pevçûn û parçebûnên nû çêbin, çareserîyên wisa bibînin ku kêrî îstiqrar û yekîtîya welêt werin.’’

Papa Francis piştî hilweşîna rêvebirîya Esad cara pêşî ser Sûrîyê axifî.

Wî bang li komên olî yên Sûrîyê kir ku jibo başbûna welêt bi rindî û rêzdarî bi hevdu re bimeşin.

Papa Francis, ku rêberê Dêra Katolîk ya bi 1,4 mîlyar endam e, gelek caran ser pevçûnên cîhanî diaxife û banga kêmkirina girjîyê dike.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG