Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis di Peyama Sala Nû de Berevanîya Mafên Jinan Dike


Papa Francis, di mesaja yekê ya sala nû de, îro Çarşemê li ser rewşa jinan peyîvî û got ku divê di civakên modern de dawî li bikaranîna bedena jinan were.

Papa berevanî li mafên jinan û taybetî jî jinên penaber kir ku jibo sibêrojeke baştir ji zarokên xwe re dikevin rêyan.

“Hemî tundîyên ser jinan bêrêzkirina Xwedê ye. Gelek caran bedena jinan jibo reklamên bazirganî, berjewendîyên diravî û bona pornografî tên karanîn. Divê laşê jinan ji armancên bazirganî were filitandin û rêz û rûmet li wê werin nîşandan.

Papa Francis pir caran ser rewşa jinan dipeyîve û hewil dide ku êş û kêşeyên wan dîyar bike.

“Em dikarin asta mirovahîya xwe bi rêka reftara me ya hember jinan fem bikin. Îro dayiktî jî dibe armanca haqaretan jiber ku di mêjîya hinekan de tenê xurtbûna aborî heye.

XS
SM
MD
LG