Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Papua Gînyaya Nû 2,000 Kes Di Bin Axê de Mane


Dîmenek herîfîna axê ya li Papua Gîneya Nû, 26 Gulan,2024
Dîmenek herîfîna axê ya li Papua Gîneya Nû, 26 Gulan,2024

Papua Gînyaya Nû îro Duşemê ragihand ku di herîfîna axê ya sê roj berê de zêdetirî 2 hezar kes di bin axê de mane, dema xebatên rizgarkirinê jiber rewşa erdê pir zahmet e û hêvîya dîtina kesên sax pir kêm bûye.

"Jiber herîfînê zêdetirî 2.000 kes bi saxî di binê mane û wêraniyek mezin li avahî, baxçeyên xwarinê çêbûye û hevdem bandorek mezin li ser jiyana aborî ya welêt kiriye," Navenda felaketê ya neteweyî ya Papua Gînyaya Nû di nameyekê de ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re ragihand.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) ragihand ku di herîfîna axê ya li Papua Gînyaya Nû ya welatekî giravê yê bakurê Awustralya ye, herî kêm 670 kes mirine.

Herîfîna axê li herêma Enga ya ku 600 km dûrî paytext Port Moresby ye, roja Înê li gorî saeta herêmî saet ber bi banga sibê 3’an de pêk hat.

Hat ragihandin ku şeş gundên dûr li herema Maip-Mulitaka li parêzgeha Enga ji herîfîna axê bandor bûne ku 4000 kes li wan gundan dijîn.

Li gor raportên destpêkê, zêdetirî 150 xanî, dibistan, gelek dikan û cîhnên din di bin axê de mane.

Navenda felaketê ya Papua Gînyaya Nû herwiha eşkere kir ku rêyên serekî yên ber bi heremê, jiber herîfîna axê bi tevahî hat girtin ku xebatên rizgarkirin û alikarîyê asteng bûne.

Herwiha herîfîna axê hîn jî bi rêjeyî didome ku hem jibo tîmên rizgarkirinê û hem jî jibo kesên rizgarbûyî xeterîyek berdewam ya girîng e.

Papua Gînyaya Nû got ku bo bersîvdayîna felaketê banga alîkarîya bilez û hevbeş ya navneteweyî kir.

Hevbendê nêz Awustralya îro got ku wê pêdivîyên alîkariyê yên lezgîn bişîne; wek stargeh, alavên paqijiyê, û jibo jin û zarokan piştgirîya taybet.

Serokê Çînê Xi Jinping peyamek sersaxîyê weşand û got ku ew "pir xemgîn û wê alîkarîyê bişînin heremê.

Serokê Amerîka Joe Biden, Serokê Fransa Emmanuel Macron, Serokwezîrê Japonya Fumio Kishida û Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO) jî peydakirina alîkarîyan ragihandin.

Li bende ye ku NY sibe Sêşemê, jibo nirxandina felaketa li Papua Gînyaya Nû û zêdekirina alîkarîyan bi welatên cîhanê re, civînek awarte ya onlaynî dar bixe.

Papua Gînyaya Nû ya bi şênîya 10 mîlyonî, jiber nêzîkbûna ekvatorê lê baranên zêde û berdewamî pêk tên.

Welatê giravê hevdem li ser xeta sîsmîk e, jiber ku gelek erdhej lê çêdebin, wek "Çembera Agir ya Pasîfîkê" jî tê bi nav kirin.

Erdheja herî dawî ya bi lerza 4.5’an 10 roj berê hatibû tomarkirin. Heta niha nayê zanîn ka pêwendiya erdhej û herîfîna axê heye yan na.

Jêder: VOA, AFP

XS
SM
MD
LG