Hîn hiqûqzan îdia dikin ku di qanûnên Tirkîyê de ferq û cûdahî di navbera girtîyên sîyasî û yên edlî de heye û mafên girtîyên sîyasî tên binpê kirin.
Jimareke hiqûqzan berî çend rojan li Enqerê, li pêşîya Dadgeha Zagona Binhgehîn civîn û bona dawîkirina bêdadmendîyê serî li Dadgeha Makezagonê dan.
Salek berê ji alîyê hikûmetê ve Zagona Înfazê hatibû derxistin lê ew bûbû sedema nerazîbûna hin partîyên sîyasî û hiqûqzan.
Loma, partîya opozîsyonê CHP’ê jibo betalkirina vê zagonê serî li Dadgeha Makezagonê dabû, lê di nav heşt mehan de ji dadgehê ti bersîv nehatiye.
Parêzer Cahît Kirkazak dibêje ku ger ew zagon neyê guhertin dê hiqûqa Tirkîyê jî derbeke xirab bigire.
“Saleke berê Zagona Înfazê hate guhertin. Lê hikûmetê bi vê qanûnê girtîyên ku dizî kirine, yên ku karê xirab kirine berdan. Mixabîn di derheqa girtîyên sîyasî de ti gav nehate avêtin. Ev yek ferq û cûdahîya di hiqûqa Tirkîyê de nîşan dide. Me jî ji Dadgeha Makezagonê daxwaz kir ku bila ev helwwst bi dawî were.”
Kirkazak dibêje ku mafên girtîyên sîyasî bi zanabûn tên binpê kirin û ew jî dibe sedema şikestina bawerîya bi Makezagona Tirkîyê.
“Bi vê qanûnê mafên girtîyên sîyasî xirabtir bû. Pirtûk û rojname nadin girtîyan, û bi malbatên xwe re nikarin hevdîtinan çêkin. Dîsa yên ku cezayên wan xilas bûne, nayên berdan. Dikarim bêjim ku ev qanûna înfazê kêşeyeke mafê mirovan derdixe pêş.”
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) di rojên çûyî de li pêşîya avahîya Dadgeha Makezagonê dest bi kempeyneke bi navê “Jibo Herkesî Edelet” kiribû.