Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Paradise ya Kalîfornîya bi Qasî 1000 Kes Hinda Ne


Karbidestên Amerîkî dîyar dikin ku dibe ku ew li Pardise ya li Kalîfornîya Bakur bi ti awayî termên hin kesên şewitîne nebînin.

Li Paradise ya 130 kîlometre li bakurê Sacramento ya paytaxt dikeve, berpirs dîyar dikin bermayên termên 77 kes bi dest wan ketine.

Piştî şewatê, 10,364 xanî xirab bûn û bi qasî 1000 kes hinda ne.

Yek ji xebatkarên Komeleya Rizgarkirinê ya Kûçikan ya Kalîfornîya Trish Mourtard dîyar kir ku ger şewat bidome, dibe ku hestî pir hûr bibin û kûçik jî wan tespît nekin.

Hejmara kesên di lîsteya hindayan de di pênc rojên dawî de du qat zêde bûn.

Piranîya hindayên li Paradise kal û pîr in ku yek ji wan 101 salî ye.

Li Paradise berî şewatê 27,000 kes dima û piranîya wan ji kar teqawid bûbûn.

XS
SM
MD
LG