Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Navendek Nû Bo Penaberan li Paris Tê Vekirin


Serok Şaredariya bajarê Parîs Anne Hidalgo, roja Sêşemê ragihand ku wan li bajarê Parîs navendek nû jibo penaberan da vekirin daku, penaber û koçberîn li ser cade û di nava park û liser cadan li wê navendê bihên bicîkirin.

Anne Hidalgo got ew dixwazin penaber ji herêmên ne temîz û cihên giştî li vê navendê topî serhev bikin, herweha daku, pirsgirêkên ji encama belavbûna penaberan bihên çareserkirin, ev navend dê zêdetirî 400 penaberan hembêz bike.

Ji sala 2015 heta niha nêzîkî 18,000 penaber ji ciyên giştî û ji ser cade û parkan li kamp û navendên taybet hatine bicihkirin.

Serê vê mehê berpirsên Fransa du kempên mezin yên penaberan daxistin, ya yekê li nava bajarê Parîs li êstgeha trênê ya Stalingrad ku 3,000 penaber têde bûn û ya duyan li bajarê Calais ku zêdetirî 7,000 penaber têde bûn û weke kampa "Jungel' dihat naskirin û gelek pirsgirêkên penaberan di wê kampê de rû didan.

XS
SM
MD
LG