Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerên Demîrtaş bo Berdana Wî Serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn Didin


Parêzerên berbijarê serokomarîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ku li Hepsa Edîrne girtî ye, bo berdana wî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî bi bîr xist ku Demîrtaş 18 meh in di girtîgehê de ye û da zanîn ku divê hemî berbijarên serokomarîyê di şertên wekhev de propangandayên xwe bikin.

‘’Em dixwazin ku berbijar ji gel re bernameyên xwe bibêjin û ti neheqî li mafên hilbijartinê nebe. Bo berdana Demîrtaş me serî li dadgehê da lê red kirin, niha jî em diçin Dadgeha Qanûna Bingehîn’’ Temellî got.

Ji alîyê din ve Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen dîyar kir ku bo Demîrtaş ji girtîgehê mafê xwe yê propagandayê bikar bîne, wan serî li Wezareta Dadê daye.

HDP dixwaze ku Demîrtaş, mafê xwe yê axaftina bi telefonê, ku di hefteyekê de 10 deqîqe ne, di weşana zindî ya televîzyonê de bikar bîne.

XS
SM
MD
LG