Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerên Navdar yên Îranî Rêberên Komara Îslamî bi Tundî Rexne Dikin


Dîmeneke ji xwepêşandanên li Îranê
Dîmeneke ji xwepêşandanên li Îranê

40 parêzerên navdar yên mafên mirovan yên Îranî îro Pêncşemê bi daxuyanîyeke nivîskî desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê bi rengekî tund rexne kirin.

Parêzeran yên ji hindir û ji derveyê Îranê bang li desthilatdarên Tehranê kirin û gotin ku wê têk biçin jiber ku xwepêşanderên li seranserê welat êdî ji tepeserkirina tund ya kujer natirsin.

"Hikûmet hîn jî di nava xeyalan de ye û bawer dike ku bi eciqandin, girtin û kuştinê mirovan bêdeng bike, lê desthilatdarên Komara Îslamî wê bi ser nekevin. Lehîya mirovan wê di dawîyê de wê hikûmetê ji holê rake jiber ku vîyana Xwedê alî gel dike. Dengê gel dengê Xwedê ye," parêzaran got.

Çavder dibêjin ku parêzerên li nava Îranê ku ev daxuyanî îmza kirine niha rûbirûyê xeterîya girtinê ne, lê daxuyanîya wan mînaka herî dawî ye ku çawa hejmareke zêde ji Îranîyan êdî ji eciqandina dewletê natirsin.

Seîd Dehqan, ku nûnertiya gelek hemwelatiyên Îranî yên dualî yên ku ji ber tawanên ewlekarî li Îranê girtî ne, di nav wan parêzeran de bû ku di daxuyanîya îro Pêncşemê de hemberî hikûmetê derdikeve.

Yek ji 40 parêzvanan jî Gitî Pourfazel e, ku yek ji wan 14 çalakvanên jin bû ku di 2019’an de nameyek vekirî îmza kir; tê de daxwaza guhertina rejîma Îranê ya bi aştiyane û karvekişîna Xamineyî dihat kirin.

Piştî weşandina wê nameyê, Pourfazel û kesên din yên îmza kiribûn di 19’ê Tebaxa 2019’an de hatibûn girtin û di sala 2021’an de hatibûn berdan.

Îran her diçe givaştinên xwe yên dijî xwepêşenderan tund û berfireh dike, hêzên taybet yên ewlehîyê tevî guleyên rastîn gelek cureyên eciqandinê bi kar tînin, bi hezaran kesan desteser dike ku di nav de bi dehan parêzer, doktor û rojnamevan jî hene.

Rexistinên mafên mirovan dibêjin ku heya niha di xwepêşandanan de herî kêm 287 kes hatine kuştin, ku ji wan 46 zarok in û bi sedan kes birîndar bûne.
Heman rexistin herwiha eşkere dikin ku di xwepêşandanên li 133 bajar û bajarok û 129 zanîngehan de nezî 15 hezar kes hatine girtin.

Hejayê gotinêye ku xwepêşandanên Îranê di 16’ê Îlonê de destpê kirin, piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Emînî ya 22 salî, li seranserê welat belav bûn û veguherîn pêla herî mezin ya protestoyên salên dawî ku hê jî didomin.

XS
SM
MD
LG