Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûryê li Dijî Êrîşa Parîsê Meşîyan


Ajansa Frans Press ragihand ku roja Yekşemê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê bi sedan Kurd di mîtîngekê de amade bûn bo rêzgirtin li hersê "Şehîdên" ku roja Înê li Parîs bi çekên kesekî Fransî ku tê gotin "Nijadperiste" hatine kuştin.

Welatiyê Fransî yê xanenişîn yê 69 salî êrişî navendeke kulturî û sertiraşxaneke kurdan kirbû li Parîs ku 3 kurd hatbûn kuştin, paşî hatbû zela kirin ku bi sedema "Neheziya li hember biyaniyan" ew êrîş pêkatîye.

Piştî ku êrîşkar ji aliyê polîsan ve hatbû girtin, roja Şemiyê ew veguhastbûn nexweşxanê, beşê yekîneya nexweşên derûnî.

Ji bo bersivdana wê êrîşê bi sedan kes li bajarê Hesekê li pey banga Rêveberiya Xweser hatin ku, rêveberiyeke nîv – serbixwe ye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Xwepêşanderan dirûşmên dijî "Qirkirina" gelê kurdan bilind kirin û gotin "Şehîdên Parîsê ewê heta hetayê di dilê me de bimînin".

Çalakvana jin Evîn Başo ya (33) salî, di meşê de amade bibû got, ew dixwazin kujer li hemberê edaletê amade bibe, wê got "Kurd ji bo neyên qirkirin têkoşîna xwe didomînin, lê ew li her derê tên serjêkirin, heta li Parîsê, bajarê Evîn û Azadiyê" jî tên kuştin.

Kurd weha tên nas kirin ku mezintirîn milletê bê nasname ye, ku ew pêkhateyeke misilman e, li her aliyê Tirkiyê, Îran, Sûriyê û Îraqê belav in.

Xwepêşanderekê din bi navê Azad Silêman yê 55 salî gote AFP "Şerek li dij millet me tê meşandin, em li herçar parçan herwiha li Ewrûpa jî aramnc tên girtin."

Li bajarên Fransa li Paris û Marcelinayê li (Başûrê Fransa) roja Şemiyê xwepêşandanên kurdan hebûn û tundûtujî di xwepêşandanan de derketin.

Êrîşa roja Înê ya ku Serokê Fransa Emmanuel Macron weke êrîşa (nefretê) binav kir, revenda kurd li Fransa têk hijand û êrşîa sala 2013 anî bîra wan dema ku 3 jinên çalakvan di êrîşekê de hatbûn kuştin ku dozeke heta niha bê çareserî maye.

XS
SM
MD
LG