Dozgera Parîsê Laure Beccuau roja Yekşemê got, kesekî Fransî ku gumanbarê kuştina 3 Kurdan li Parîsê ye, li xwe mikur hat ku nefretkarekî "nexweşiya" li hember biyaniyan e.
Kesê 69 salî roja Şemiyê ji ber sedemên tenduristiyê ji girtîgehê hat derxistin û birin navenda derûnî ya polîsan.
Beccuau di daxuyanîyê de destnîşan kir ku gumanbar keseke ku nexweşiya "xemokî" û "xwekujiyê" heye û got ew "dixwaze biyaniyan bikuje"piştî ku sala 2016 bûyera diziyê di mala wî de pêkhatî.
Teqekirina li navendeke Kulturî ya Kurdî û saloneke sertiraşînê roja Înê bû sedema derketina aloziyan li taxa 10ê ya bajêr, ku gelek firoşgeh û xwaringeh û hejmareke mezin ya Kurdan lê heye. Di êrîşê de 3 kes hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.
Gumanbar got ku wî di destpêkê de dixwest mirovan li taxa Seine-Saint-Denis a bakurê Parîsê, ku xwecihên wê herêmê pirranî biyanî ne bikuje, berî ku biryar bide ku li şûna wê here herêma 10-an.
Teqekirina roja Înê ya li hemberî kurdan li Parîsê bûyera kuştinê, ya sê çalakvanên jin yên kurd di sala 2013an de anî bîra revenda kurd û ji nû ve zindî kir, ku piraniya revenda kurd Tirkiyê bi wan kiryaran tawanbar dikin.
Gelek kes di nav civaka Kurd de hêrsa xwe li ser dezgehên ewlekarî yên Fransî diyar kirin û gotin ku wan pir bêxemî kirîye ji bo rêgirtina li êrîşa kujer.
Nerazîbûn roja Şemiyê zêdetir bûn û xwepêşanderên hêrsbûyî bi polîsan re li navenda Parîsê di roja duyemîn ketin di nava pevçûnan de piştî mîtînga rêzgirtina li qurbaniyên êrîşa roja Înê.
Berpirsê polîsên Parîsa paytext Laurent Nunez roja Şemiyê ji kanala televîzyonê BFM re got ku 31 efser û xwepêşanderek di aloziyan de birîndar bûn, di heman demê de 11 kes hatin girtin, " ji ber zirarên giran" yên pêkhatine.
Gumanbar, yê ku di mediya Fransî de bi navê William M. hatî naskirin, dilxwazê çekan e û xwedî dîrokek sûcên çekan e ku di destpêka vê mehê de bi kefalet serbest hatîye berdan.
ew ajokarê trenê yê xanenişîn bûye, di sala 2016'an de ji aliyê dadgeha Seine-Saint-Denis ve ji ber şîdeta çekdarî hat mehkûm kirin, lê hûkmê wî hatbû îtîraz kirin. Piştî wê bi salekê ew bi tawana ku çekê ne destûrdayî hilgirtîye hatiye sûcdar kirin.
Sala borî jî, ew bi tundûtûjiya nijadperestî hate tawanbar kirin piştî ku bi kêran li koçberan xist û bi şûr êrişî konên koçberan kirin li parkekê, li rojhilatê Parîsê.