Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvana Parîsê: Serketina Rastgirên Tundrê Wê Zararê Nede Hewaya Geş ya Olîmpîyatan


Bajarvana sosyalîst ya Parîsê Anne Hidalgo îro Sêşemê got ku serketina Ralîya Neteweyî (RN) ya di gera yekê ya hilbijartinên parlamanê de wê zararê nede hewaya geşbîn ya Lîstîkên Olîmpîyatê.

Hidalgo ji France 2 TV re ser serketina RN ya bi rastgirîya xwe ya tundrê tê zanîn dîyar kir ku ewê partî li wan neherime û ewê festîvaleke xweş bibînin.

‘’Ez bang li wan kesan dikim ku ji her alîyê cîhanê tên Parîsê, werin. Çinku Parîs hîn jî bajarekî wisa ye ku berevanîya azadîyê dike û bajarekî berxwedanê ye.’’

Encamên fermî raber dikin ku RN û hevbendên wê di hilbijartinên roja Yekşemê de 33 ji sedê dengan sitandine û bi ser ketine ku bloka çep 28 ji sedê dengan û tifaqa berfireh ya navendîya bi pêşengîya Serokê Fransa Emmanuel Macron 22 ji sedê dengan sitandiye.

Muxalîfên rastgirîya tundrê jibo rê li ber RN ya Marine Le Pen bigirin ku ji wê serokwezîrek neçe parlamanê hewil didin ku enîyeke yekgirtî çêkin ku dibe ku Jorden Bardella yê 28 salî bibe serokwezîrê nû yê Fransa.

Hidalgo dîyar kir ku hîn dawî li lîstikê nehatiye û got ku divê hemî hêzên wan bi hevkarîyê seferberîyê çêkin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG