Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şaredara Parîsê Dê Tevlî Pêşbirka Seroktîya Frensa Bibe


Şaredara Parîsê Anne Hidalgo

Şaredara Parîsê Anne Hidalgo îro Yekşemê got ew dê wek sosyalîst di sala 2022an de, xwe ji bo hilbijartinên seroktîya Frensayê bike kandîd.

Ragihandina wê tê di demekê de ku nîşanên şansê wê yê rikeberiyek rijdî kêm in.

Da ku pêş bikeve, divê ew karibe çepê jihevketî bike yek.

Hidalgo ya 62 salî di ragihandina kandîdkirina xwe de li barajê Rouen yê Normandy, got:

“Ji ber ku em rijdbûna vê demê dizanin û ji bo ku hêviyê bidin jiyana xwe, min biryar daye ku xwe ji bo seroktîya Frensa bikim kandîd.”

Hidalgo, ku yekem jin bû di sala 2014an de seroktîya paytexta Frensayê kir, di nav çend siyasemedarên kêm yên baska çep de ye ku di nav dîmena siyasî ya ku serok Emmanuel Macron di sala 2017an de kêşandibû derketin.


Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG