Lînkên eksesibilîtî

Polîsê Fransa li Maleka Nêzîk Parîs'ê Madê Teqînan Dît


Arşîv

Çavkaniyekê polîsê Fransa roja Çarşemê ragihand ku, endamên wan di malekê de li nêzîk Parîs teqemeniya madê Acetone Peroxide dîtîye.

Çavkanî dibêje mala ku, madên teqemeniyê lê hatine dîtin, li herêma Fiog Wef ya Parîsê ye, dema polîsan di apartmentê de lêgerîn pêkanîn, wan ew madên teqînê dîtine, mal vala bûye lê polîs zelal nekirîye kanê kesek hatîye girtin yan na.

Madê teqînê Acetone Peroxide, madek kîmawî gelek bihêze dema tê teqandin, endamên rêxistinên Îslamî yên tundrê yên weke DAIŞ'ê gelek caran ew made di êrîşên xwe yên terorî de, di van salên dawiyê de, li Ewrûpa bikar anîye.

Çavkaniyek dadwerî daye eşkere kirin ku, dadger derbarê bûyerê dê lêkolînan encam bide.

XS
SM
MD
LG