Roja Çarşemê serê sibê desthiltdarên Belcîka bergomanê êrîşa Parîsê Salah Abdeslam radestî dadweriya Fransa kir.
Serdozgerê Fransî ragihand ku, wan roja çarşemê Salah Abdeslam, kesê li seranserî Ewrupa dihat xwestin û li meha derbasbûyî hatiye girtin, ji Belcîka aniye Fransa jibo dadgehkirinê.
Bergomanê Êrîşa Parîsê ev 4 meh bûn li ewrupa dihat xwestin, meha derbasbûyî li Belcîka hate girtin û niha ew radestî dadgeriya Fransa hatiye kirin.
Salah Abdeslm xortekî 26 salî ji esilê xwe xelkê Fas-Mexrîbê ye, weke kesekî xeter û beşdarê êrîşa Parîsê tê naskirin, ew êrîşa 13î Teşrîna sala par pêkhatî û di encam da 130 kesan jiyana xwe jidest dayî.
Wezîrê dadweriya Fransî Jean-Jacques Urvoas da zanîn ku Salah Abdeslam dê di zîndanek take kesî de, li Parîsê û li jêr zêrevaniyek tund bihê girtin, bê ku navê girtîgehê binav bike.
Salah Abdeslam li Belcîka, 4 rojan berîya êrîşên 22 Adarê hat girtin, yên ku, li Frokxane û Mêtroya jêr zemîn li bajarê Bruksel pêhatin û di encam de, 32 kes hatîn kûştin.