Karbidestekî bilind yê polîsan û hevjîna wî, şeva Duşemê bi kêrê li mala wan hatin kuştin, zarokekî 3 ku li malê bû, ji alîyê polîsan ve hate rizgar kirin.
Karbidestan ragihand ku navê êrîşbir Larossi Abballa e û ew ji alîyê polîsan ve hat kuştin. Abballa yê 25 salî, di sala 2013’an de sê sala cezayê zindanê xwaribû, bi sedema ku wî şervanên nû jibo cîhada li Pakistanê peyda dikir.
Girêdayî êrîşê, 2 kesên din ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine girtin û lêpirsîna wan berdewam dike.
Ajansa nûçeyan ya Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya êrîşê rakir ser xwe, lê DAIŞ bi fermî ranegihand ku êrîşvan endamê wan e.
Serokê Fransa Francois Hollande got, “guman tuneye ku êrîş kiryareke terorîstî ye” û di vê demê de ku Fransa mêvandarîya kêbirkeya futbolê ya Euro 2016 dike.