Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji Peymana Parîsê ya Îklîmê Vedikişê


Amerîka îro roja Çarşêmê, bi fermî ji Peymana Parîsê ya îklîmê (klîma) vedikişê. Bi wî awayî soza Serokê Amerîka Donald Trump ya bi salan bi cîh dibe û çêkerê dûdê yê gazên serayê (greenhouse gas emission) ya dinyaye ji peymana bo tekoşîna li dijî guherîna klîmayê vedikişe.

Lê, encama hilbijartina Amerîkayê bibiryar be li ser we biryarê de. Hevrîkê Trump yê Demokrat Joe Biden soz da ku ger biserkeve ew ê disa tevlî peymanê bibe.

Revêbira Neteweyên Yekbûyî bo Gûherîna Klîmayê (Îklîm) (UNFCCC), Patricia Espinosa got: “Vekişandina Amerîka we valahîyeke mezin derxê holê di hewldanên me yên biserketina armancên Peymana Parîsê de.”

We her wiha da zanîn ku Amerîka di nav hewldanên karên NY ya ser klîmayê de ye û NY amadeye ku alîkarîya Amerîkayê bike bo ku disa tevlî Peymana Parîsê bibe.

Trump cara yekem di sala 2017an de mebesta xwe bo vekişandina Amerîkayê ji peymanê eşkere kirîbû û gotûbû ku ji bo ekonomi ya Amerîkayê ne başe. Lê Amerîka, ji ber qeydeyên rekeftinê heta niha nikarîbû bi fermî ji peymanê vekîşe.

Pîranîya zanîstên dinyayê bawer dikin ku divê hemû devletên cîhanê bi lêz û bêz bikaranîna gazên serayê kêm bikin ku peşîya bandora werankirî ya germbûna dinyayê bigirin. Çîn, Japonya, Koreya Başûr, û Yekîtîya Ewrûpa hewldanên xwe bo kêmkirina karbonê zedê kirine.

XS
SM
MD
LG