Polîsên Amerîkî dibêjin, Bryce Williams, zilamê ku do Çarşemê 2 rojnamevanên Amerîkî Alison Parker û Adam Ward kuştin, do êvarê xwe kuşt.
Karbidestên polîsan didine zanîn ku Williams, piştî kuştina Parker û Ward, teqe li xwe kir û bi giranî birîndar bû û dû re jî li nexweşxanê mir.
CNN radigihîne ku Williams xebatkarekî kevn yê televîzyona WDBJ ye û navê Vester Lee Flanagan bi kar tîna.
CNN herwiha dibêje, Williams berî du salan ji kar hatiye qewitandin û berê jî hîn problemên wî ligel hevkarên wî çêbûne.
Di bûyereke wê dawîyê de, Williams ji ser hesaba xwe ya Twitter Parker tawanbar kiriye ku wê hember Williams gotinên nîjadperest û reysîst kirine.
Hêjayî gotinê ye Williams Amerîkîyekî Reş e û dema ew li Florida dixebitî jî kêşeyên wî rengî ligel hevkarên xwe borandine.