Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterên Tirkîyê Îro Înê Sond Dixwin


Parlamana Tirkîyê îro Înê bi merasîma sondê dest bi dewra xwe ya nû dike.

Rêvebirîya parlamana nû wê endamê herî kal, Serokê Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî bike.

Di parlamana 28’an ya Tirkîyê de piranî bi 323 parlamanteran di destê Hevpeymanîya Gel de ye ku pêşengên wê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û MHP ne.

Hevpeymanîya Gel ya ku partîyên wek Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Baş tê de ne bi 212 parlamanteran li meclîsê ye.

Hevpeymanîya Ked û Azadîyê ya bi rêberîya Partîya Çep ya Kesk jî bi 65 parlamanteran wê li parlamanê be.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jiber doza ser girtina wê ji lîsta Partîya Çep ya Kesk ketibû hilbijartinê.

Jêder: Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG