Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heft Parlamanterên Partîya Karkeran ya Brîtanya Karvekişîna Xwe Radigihînin


Jeremy Corbyn
Jeremy Corbyn

Heft parlamanterên Partîya Karkeran ya Brîtanya, ku li wî welatî rikeberîya sereke ye, ji partîya xwe vekişîyan.

Parlamanteran dîyar kir ku jiber ku Serokê Partîya Karkeran Jeremy Corbyn piştgirîyê dide Brexitê û di nav partîyê de antîsemîtîzm gur dibe, wan karvekişîna xwe ragihandîye.

Parlamenteran dan zanîn ku ewê li parlamantoyê komeke nû ava bikin û ewê bo endamên hemî partîyên din jî vekirî be.

Heft parlamentarên ku karvekişîna xwe ragihandine, dixwazin ku ser Brexitê referandumeke nû çêbe.

Serokê Partîya Karkeran Jeremy Corbyn dîyar kir ku ew jiber karvekişîna parlamanteran ketîye ‘’fikarên kûr’’

XS
SM
MD
LG