Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînekê de 5 Kes li Gundewarên Pasûra Amedê Hatin Kuştin


Bajarokê Pasûr (Kulp) li Amedê
Bajarokê Pasûr (Kulp) li Amedê

Li Pasûra Amedê li gundê Şawişa sibeha îro Çarşemê di peqînek de 5 gundî jîyanên xwe jidest dan.

Walîtîya Amedê bi daxuyanîyekê ragihand ku di 6’ê sibê de li ser rêya trombîleke ku gundîyan dibir êzingan, peqînek çêbû.

Di bûyerê de Sedat Hazar (39), Burhan Tanrikulu (38), Ahmet Erboga (32), Alaattîn Yildiz (50) û Haci Akdenîz (50) jîyanên xwe ji dest dan.

Wezareta Karê Navxweyî ragihand ku niha operasyoneke berfireh hatîye destpê kirin.

Di meha îlonê de jî li gundek Pasûrê dîsa li ser rêya trombîlê, dema ku gundîyên ji êzingan dihatin peqînek çêbûbû û li wir jî 11 kes hatibûn kuştin.

Piştî wê peqînê şaredarê Pasûrê ji kar hatibû dûrxistin û bi îdaya ku têkîlîya wî bi peqînê heye, ew hatibû girtin, lê piştî pênc mehan hatibû berdan.

KHF_04_08_2020_Pasûr
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:08 0:00

XS
SM
MD
LG