Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pashinyan, Azerbaycanê bi Gurkirina Girjîyê Tawanbar Dike


Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan dîyar kir ku leşkerên Azerbaycanê sînor derbaz kirine û ew bi gurkirina girjîyê tawanbar kir.

Pashinyan da zanîn ku Azerbaycan hewil dide ‘’Gola Sev’’, ku ya her du dewletan e, dorpêç bike.

Wî dîyar kir ku artêşa Ermenistanê bi taktîkên pêwîst bersîva hewildanên Azerbaycanê daye.

Wezareta Derve ya Azerbaycanê ser tawanbarkirina Ermenistanê dîyar kir ku ew ‘’provokasyon û derew’’ e û da zanîn ku leşkerên wan sînor derbaz nekirine.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price dîyar kir ku ew herêmê ji nêz ve dişopînin û da zanîn ew bang li her du alîyan dikin ku girjîyê gur nekin.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî got ku ew bi gelê Ermenistanê re ne û dîyar kir ku divê leşkerên Azerbaycanê demûdest vekişin.

XS
SM
MD
LG