Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pashinyan 15 Xalên bo Herêma Nagorno - Qarabaxê Radigihîne


Nikol Pashinyan
Nikol Pashinyan

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan, ku piştî vekişîna ji Nagorno – Qarabaxê bi bertekan re rûbirû mabû, planên xwe yên ser wê herêmê eşkere kirin.

Pashinyan ji rûpela xwe ya Facebookê da zanîn ku ew hemî berpirsîya pevçûn û agirbesta bi Azerbeycanê re digire ser xwe û dîyar kir ku ew herwiha berpirsê îstiqar û ewlekarîya Ermenistanê ye.

Wî di daxuyanîya xwe de bal kişand ser 15 xalên ku ew dixwaze di 6 mehan de pêk were.

Li gor wan xalan, Ermenistan dê bi Koma Mînsk re dest bi danûstandinan bike û dê gel bikaribe vegere herêmên Nagorno – Qarabaxê yên di bin kontrola Ermenistanê de.

Bi planê tê çaverê kirin ku dewlet alîkarîya diravî bide kesên ku dixwazin malên xwe jinûve ava bikin.

Pashinyan di planên xwe de herwiha behsa reforma leşkerî, guherînên di qanûnên hilbijartinê de, şewba vîrusa korona û geşkirina karên aborî kiriye.

XS
SM
MD
LG