Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pashinyan Dibêje Ewê di Nîsanê de Karvekişîna Xwe Ragihîne


Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan dîyar kir ku ewê di meha Nîsanê de karvekişîna xwe ragihîne.

Daxwazên ser desthilata Pashinyan piştî Ermenistanê li Nagorno – Qarabaxê li hember Azerbaycanê ax hinda kiribû gurtir bûbûn û artêşa Ermenistanê di meha Sibatê de xwestibû ku Pashinyan ji desthilatê vekişe.

Pashinyan ser daxwaza artêşê gotibû ku ew ‘’hewildana darbeyê’’ ye û bang li gel kiribû ku dakevin qadan.

Wî, Serfermendarê Ermenistanê Onik Gasparyan ji kar dûr xistibû, lê serokomarê welêt Armen Sarkisyan ew biryar red kiribû.

Li Ermenistanê dê di 20’ê Hezîranê de hilbijartina pêşwext li dar keve û Pashinyan dê heta wê çaxê karên xwe yên demkî bimeşîne.

XS
SM
MD
LG