Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk Biryara Girtina Hevbajarvanên Panosê Da


Hevbajarvanên bajarokê Panos ya Agirî Muşerref Geçer û Emrah Kiliç, ku di 9ê Hezîranê de hatibûn binçav kirin, îro Duşemê hatin girtin.

Dadgehê, bi idiaya ku Geçer û Kiliç di îhaleya de sextekarî kirinem biryara girtinê da.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) biryara girtina hevşaredaran li pêş avahîya dadgehê ya Panosê protesto kir.

Parlamanterê Partîya Çep ya Kesk yê Agirî Heval Bozdag got ku girtina hevbajarvanên wan biryareke sîyasî ye.

Bozdag got ku bi vê biryara girtinê hikûmeta nû helwesta xwe ya ji peyvajoya nû re nîşan dide.

“Desthilata sîyasî jibo danîna qayumê li ser şaredarîya me ev biryar da û em vê biryarê qebûl nakin. Em destdanîna ser vîna gel qebûl nakin. Divê gelê me bizane ku desthilata sîyasî bajarvanîyên ku bi rêkên normal nikare bi dest bixe, bi vî awayî distîne,” Bozdag got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hikûmeta Tirkîyê qayum danîne hema nêzî hemî beledîyeyên HDP'ê.

XS
SM
MD
LG