Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Shanahan ji Kar Vedikişe


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku Wezîrê Berevanî yê Serkar Patrick Shanahn ji karê xwe vekişîye û ewê bo wezîrîyê nebe berbijar.

Trump da zanîn ku Shanahan dê jiber kêşeyên malbatî ji kar vekişe.

Wî ji Twitterê spasîya Shanahan kir û got ku dê li şûna Shanahan, Sekreterê Artêşa Amerîka Mark Esper were ser kar.

Shanahan, di sala 2017’an de bûbû cîgirê wezîrê berevanîyê.

Di Berfanbarana 2018’an de, piştî Wezîrê Berevanîyê Jim Mattis karvekişîna xwe ragihandibû, Shanahan li şûna wî bûbû wezîrê şûngir.

XS
SM
MD
LG