Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partiyên Herêmê Berbijêrên Hilbijartinên Parlemenê Eşkere Dikin


Avahiyê Parlemena Herêma Kurdistana Îraqê - Hewlêr, Îraq
Avahiyê Parlemena Herêma Kurdistana Îraqê - Hewlêr, Îraq

Li gor biryara serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hilbiartinên herêmê dê 30 meha Îlonê pêk bên.

Partî Demokratî Kurdistan PDK, lîsta navê kandîdên xwe yên hilbijartinan eşkere kir, li gor lîsta navan ji 100 berbijaran bo endametiya parlemena Herêma Kurdistanê 39 kes ji parêzgeha Duhok'ê ne.

Xalid Ehmed berpirsê hilbijartinên PDKê li Duhokê got "ji ber ku partiya me partiyek cemawerîye, ji hemû tex û çînên gel berbijar hene bo parlemena Herêma Kurdistanê".

Rojnamevan, Sebah Etroşî ji aliyê xwe ve lîsta navan rexne dike û dibêje, piraniya berbijarên di lîsta PDK de kesên ku nayên naskirin û çalakiyên wan di nava civakê de nehatine dîtin.

Etroşî weha dibîne ku, Duhok dê bibe qorbana hilbijartinên parlemena Herêma Kurdistanê.

Raporta Selam Balayî - Duhok
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:21 0:00

XS
SM
MD
LG