Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîgirên Heşdulşaabî Bingeha PDKê li Bexdayê Dişewitînin


Li Bexda ya paytexta Îraqê, bi sedan alîgirên Heşdulşaabî, ku girêdayî Îranê ye, êrîşî bingeha partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û agir berdan wê.

Ev êrîş dibe wek şermezarî ji rexneyên serkirdeyê PDKê Huşyar Zîbarî re, li dor hevalbendiya gurûpên çekdar ên alîgirên Îranê ku di nava dewleta Îraqê de ne.

Alîgirên Heşdulşaabî bingeha PDKê li nava Bexdayê wêran kir û li pêş çavên polîs agir berdan wê.

Xwepêşanderan di nava dûman û şewata bingehê de, alayên Heşdulşaabî û wêneyên generalê Îranî Qasim Silêmanî û cîgirê serokê berê yê Heşdulşaabî Ebû Mihdî el-Muhemdis, ku îsal ji aliyê Amerîka ve hatibûn kuştin, hildan.

Xwepêşanderan her wiha ala Kudî û wêneyên Serokê PDKê Masûd barzanî û Huşyar Zîbarî şewitandin.

Serokê herêma Kurdistana Îraqê Nîçirvan Barzanî ev êrîş bi tundî şermezar kir:

Wî di daxuyaniyekê de, êrîşker wek gurûpeke derveyî yaseyê binav kirin û got:

“Em wî êrîşê şermezar dikin û wek karekî wêranker binav dikin.”

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî jî, ev êrîş şermezar kir û got ku ev cûre kiryar dê “cihê Kurdan û nirxên wan ên bilind kêm nekin.”

Tê zanîn Huşyar Zîbarî, berî du hefteyan bang li hikûmeta Îraqê kiribû ku “ navçeya Kesk a Bexdayê ji hebûna mîlîtanên Heşdulşaabî paqij bike” û wî Heşdulşaabî wek hêzeke derveyî yaseyê binav kiribû.

XS
SM
MD
LG