Tevî berdewamiya civînên dinavbera Yekîtî Niştimanî Kurdistan(YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser asta mekteba siyasî û dezgeha hilbijartinan, lê heta niha astengiyên li pêşiya lidarxistina hilbijartinan di dawiya îsal de nehatîne çareserkirin û kursiyên civatan jî yek ji wan astengan e.
Tevî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarek ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlemanî yên Herêma Kurdistanê di 18ê Mijdarê de daye, lê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan dest bi amadekariyên hilbijartinan nekiriye, dema ku ji bo amadekarîyan 6 meh pêtivî ne.
Ebdulselam Berwarî, endamê şanda danûstandinan ya YNK'ê got: "YNK tenê li ser mijara kursiyên civakê xwedî nêrîneke cuda ye. Dixwaze kursî li parêzgehan bên dabeşkirin, lê PDK di wê baweriyê de ye ku divê ev mijar ji bo endamên civatê bi xwe were hiştin.
Berwarî got: “Di navbera YNK û PDKê de rewşeke aram hatiye çêkirin û dibe ku pirsa vê dawiyê bi hêsanî were çareserkirin.”
Derbarê destnîşankirina dema lidarxistina hilbijartinan, ku di dawiya vê salê de ye lê bi temamî nehatiye diyarkirin, Yekîtiya Niştimanî bi hewla paşxistina hilbijartinan tê tawanbarkirin, ji ber ku bi awayekê pêtivî bo proseyê amadekarî ne kirîne.
Eta Serawî, endamê serkirdayetiya YNKê ji Dengê Amerîka re got: YNK ji hilbijartinan natirse û emê li ser sindoqên dengdanê bersiva wan propagendeyan bidin yên ku dibêjin ku em ne li gel lidarxistina hilbijartinan in.
Di berdewamiya axiftina xwe de got: “ Kadirên YNKê xwedî rewşenbîr in, lewma em ti carî ji hilbijartinan natirsîn.
Parlemana Kurdistanê di 9ê Cotmeha sala borî de dema xwe bo saleke din dirêj kir. Eger di dawiya vê salê de hilbijartin neyê kirin, tê çaverêkirin ku herêm rastî valahiyeke yasayî bibe, ku dosyaya dirêjkirina dema parlemanê Herêma Kurdistanê niha li Dadgeha Federalî ya Iraqê ye.
Eta Sarawî dibêje “Ji sala 1991’ê û vir ve tu carî hilbijartin li gorî dema xwe nehatîne kirin, ji ber ku em di têgehiştî nînin derbarê pêvajoya demokrasî û veguhertina desthilatdariyê.
Asayîkirina peywendiyên YNK û PDKê weke her du hêzên desthilatdar li herêmê, egerên lidarxistina hilbijartinan bihêztir kiriye, lê heta niha gelek astengî li pêşiya wê proseyê hene.
Şêx Mihemed Şakelî, Siyasetmedarê navdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Dengê Amerîka re got: "Pêwendiyên YNK û PDKê ber bi başbûnê ve diçin. Girîng e ku ew bi hev re hewl bidin kêmasiyan baş bikin ji ber ku fişara navdewletî û navxweyî li ser wan heye."
Raporta Snur Kerîm