Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê PDK'ê: YNK bi Rêya Saziyên Hikûmeta Bexda Pirsgirêkan ji Hikûmeta Herêmê re Derdixe


mahmood mohammed
mahmood mohammed

Di hevpeyvîneke taybet de ligel Dengê Amerîka, Peyvdarê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed, Yekîtî Niştîmanî Kurdistan (YNK)ê bi wê yekê tohmetbar kir ku saziyên hikûmeta Iraqê bikar tîne daku bibe sedema pirsgirêkan bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

"Pêwendiya me ligel YNKê hem baş e hem jî xirab e, divê em bi hev re kar bikin û hewl nedin bi rêya saziyên hikûmeta Iraqê pirsgirêkan ji hev re çêkin, ku mixabin ev demeke YNKê wê dike."

Mihemed herwiha got “Xwezî ew pirsgirêkên ku YNK’ê bi îdiaya diafirîne tenê li dij PDK’ê bûya, dema ku PDk kêşeke bi YNK re çê dike, ew tenê di navbera PDKû YNK de ye, lê mixabin kêşeyên ku YNK çê dike jibo hemî prosya siyasî ya Herêma Kurdistanê xirabe, bo aboriya Herêma kurdistanê xirabe, bo îdare û statûya herêma kurdistanê nebaşe.”

Gotinên Mehmûd Mihemed di demekê de ne ku berpirsên YNKê çendîn caran PDKê bi biryarên yekalî û bikaranîna saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo “îzolekirina” Silêmaniyê û deverên din yên “Herêma Kesk” tometbar dikin.

Şalaw Elî Eskerî, Kargêrê polîtburoya YNKê, heftiya borî ji Dengê Amerîka re got, sedema pirsgirêkên niha yên YNKê ligel PDK'ê ewe ku PDK bi "du beş û dualî" serderiyê li gel YNKê dike “beş beşek ji wan hewl dide ku hemî rêkeftinan têk bidin.

"Pirsgirêka me ya bi PDP'ê re pirsgirêkek demdirêj e. Û bi rastî em wan fêm nakin. PDK li ser du arasteyên cuda dimeşe, ku dibe her du araste derbarê YNK yekra bin, lê dema digihîje doza kurdî hin ji wan pir kûrtirin ji yên din. Hin ji wan gelek berteng û hizbî difikirin." Şalaw got.

Kargêrê polîtburoya YNKê ragihand ku di nava PDK'ê de “arasteyek” heye ku hewl dide hevdîtinên di navbera her du aliyan de têk bibin û sernekevin.

Lê peyvdarê PDK red kir ku di nava partiya wan de dubendî hebe û got, nêrînên cuda hene lê "yek alî û yekgirtîn e."

Derabrê bûyerên 1964 û 1979ê Mehmûd Mihemed ji Dengê Amerîka re got ku PDK pirsgirêk û parçebûnên navxweyî qebûl nake, "lewra wan tavêje derve."

Hevpeyvîna Taybet bi Peyvdarê PDK'ê Mehmûd Mihemed re
please wait

No media source currently available

0:00 0:22:39 0:00
XS
SM
MD
LG