Îro di navbera Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goran li Pîrmam rêketinek hat îmza kirin ku ji 30 xalan pêk tê. Ji wan xalan, 18 girêdayi Herêma Kurdistanê û 12 jî bi Îraqê girêdayî ne.
Endamên her du alîyan li Duhokê vê rêkeftinê gaveke girîng dinirxînin û dixwazin ku ew xal bikevin birastî werin cîh kirin û di çar salên pêş de xizmetên baş ji hemwelatîyan re werin kirin.
Hemwelatî jî dixwazin ku hikûmeta dahatî ya Herêma Kurdistanê hikûmeteke xoşguzeranî ya gel be û aramî û aborî geştir bike.